Fermana Serokê Amerîka Donald Trump ya ku jibo hemwelatîyên 6 welatên ku piranîya nifûsa wan Misilman e qedexeya rêwitîyê datîne, do Pêncşemê di demjimêr 20:00’ê Washingtonê de, ket kiryarê.
Li gor fermanê, hemwelatîyên Îran, Lîbya, Sûrîye, Somalî, Sûdan û Yemenê, ku li Amerîka merivên wan yên malbatê û peywendîyên wan yên jibo kar tune bin, nikarin vîza bistînin.
Dadgeha Bilind, bo qedexeya rewîtîyê ‘’bi awayekî qismî’’ destûr dabû û rê li ber kategorîyeke kesên bîyanî vekirî hiştibû ku xwedîyê peywendîyeke rastîn ligel kes û sazîyeke li hindurê Amerîka ne.
Dapîr, bapîr, met, xaltî, ap û xal û birazê ji ‘’merivên malbatê yên rastîn’’ nayên hesibandin.
Hin hiqûqnasên ku derbarê penaberîyê pispor in, dibêjin ku fermana Trump ya li dijî hemwelatîyên 6 dewlet tam ne zelal e û ewê tevlihevîyên nû çêke. Jimareke parêzeran, bo alîkarîya penaberan diçin firîngehên navneteweyî.
Serok Trump, ser biryara dadgehê gotibû ku ‘’jibo ewlekarîya me ya neteweyî serkeftineke eşkere ye’’ û dadgeh pîroz kiribû.