Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Libnanî Idî’ayên Zordariya Dijî Sûriyan Red Dike


Berpirsekî radebilind ê artêşa Libnanî red kirin idî’ayên bikaranîna zordariyê li dijî sedan girtiyên Sûrî ku di operasyoneka ewlekariyê de li kampeka penaberan hatibûn girtin.

Berpirsê artêşê îro şemiyê ji ajansa Associated Press re got girtina bi kom pêwîst bû ji bo naskirina gunehkarên zincîre êrîşên dijî hêzên Libnanî.

Wî got girtina 355 welatiyên Sûrî “ne dijmanihiyeke rasteraste dijî kesekî. “

Berpirs nexwest navê xwe diyar bike ji ber pêgiriya bi pîvanên girêdayî yaseyê.

Hêjayî gotinê ye, roja Înê xwekujekî xwe li malbateke penaberên Sûrî teqand li kampa Irsal û di encamê de keçek kuşt.

Êrîşeke din li nêzîkî hêzên Libnanî sê serbaz birîndar kirin. Sê êrîşkerên din di dema pevçûnan de xwe teqandin.

Wêneyên girtiyan, bi destên girêdayî û li erdê dirêjkirî, tawanbariyên bikaranîna zordariyê li dijî wan belav kirin.

XS
SM
MD
LG