Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Reqa Di Navbera HSDê û Hêzên Hikûmeta Sûriyê de


Di demekê de ku Hêzên Sûriya Demukrat HSD li Reqqa û derdora wê cih li Daiş teng dikin, hin çavdêr dibêjin bê alîkariya rêjîma Esed têkbirina Daiş bi temamî dê zehmet be.

Li alîkî din, hin dibêjin hebûna hêzên girêdayî rêjîmê li wan navçeyên Sunnî dê nakokiyan gurtir bike û asoyan çareseriyê tarî bihêle.

Ev duberî di helwesta Amerîka de jî diyare. Di demekê de ku Waşinton naxwaze hevrêziyê li gel rêjîma Esed bike, hin berpirsên Amerîkî nîşan bi wê yekê didin ku serkeftinên Esed li wan herêman barê HSD sivik dike.

Peyvdarê koalisyona dijî Daişê kolonêl Ryan Dillon dibêje ew bi xêrhatina hêzên hikûmeta Sûrî dikin ji bo kontrolkirina navçeyên bin destê Daiş.

Gelo Hêzên hikûmeta Sûrî dê karibin desthilata xwe careke din vegerînin wan herêman?

Eger hat û ev sînaryo pêk hat, rola HSDê dê çi be?

Bernameya Tirêj ronî dide ser van pirsan û hin pirsên din di vê derabrê de li gel du mêvanan:

Sîraj Osman, şîrovekarê siyasî ku li herêma Kurdistana Îraqê dimîne û Ehmed Qasim, nivîskar û siyasetmedar ku li Tirkiyê dimîne.

Sîraj Osman
Sîraj Osman

Ahmad Qasim
Ahmad Qasim

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Tîrêj 01_07_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:22:32 0:00

XS
SM
MD
LG