Lînkên eksesibilîtî

Mattis Erêkirina Tevlêbûna Hevregezan bo Kerta Leşkerî bi Şûn Dixe


James Mattis

Wezîrê berevaniya Amerîka James Mattis doh Înê di daxuyaniyekê de got ew biryara erêkirina tevlêbûna hevregezan bo kerta leşkerî radiger bo şeş mehên din.

Doh dema dawî bû, ku ji aliyê rêveberiya Obama ve hatibû destnîşankirin da rê bidin hevregezan tevlî hêzên leşkerî yên Amerîka bin.

Mattis got, “pêwîste wezareta berevaniyê biryara her siyasetekê bipîve li beramber tiştekî girîng: gelo ev biryar dê bandorê bide ser amadebûn û hişkiya hêzên me yên leşkerî?”

Niha di navbera 2,500 ta 7000 kesên hevregez di nav hêzên leşkerî yên Amerîka de cih digrin.

Wan maf nebû bi awakî vekirî meylên xwe yên regezî derbibirin ta sala borî, dema wezîrê berevaniyê wê demê Ash Carter got rêdana kesên hevregez bo tevlêbûna hêzên leşkerî biryareke duriste û divê bibe.

XS
SM
MD
LG