Lînkên eksesibilîtî

Li Tirkiyê 2 Berpirsên AKP tên Kuştin


Diyarbakir, Turkey

Ajansa nûçeyan a ferî ya Tirkiyê dibêje 2 berpirsên partiya desthilatdar AKP ku di rêxistinên navçeyê de kar dikirin hatin kuştin û AKPê mîlîtanên Kurd tawanbar kirin.

Ajansa Anadol dibêje Orhan Mercan cîgirê serokê rêxistina AKPê li parêzgeha Diyarbekir doh şemiyê jiyana xwe ji dest da piştî ku li ber mala xwe hate gullebarankirin .

Ew dibêje Aydin Ahi, cîgirê serokê rêxistina AKPê li parêzgeha Wanê, ew jî derengî şemiyê hate kuştin.

Berpirsên AKPê ev kuştin şeremezar kirin û Partiya Karkerên Kurdistan PKK tawanbar kir.

Wezîr Omer Celik îro yekşemê di Tweeteke xwe de got “ teror êrîşî dezgeha siyasî ya welatê me dike.“

XS
SM
MD
LG