Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bakurê Sûriyê Hin Hêzên Nû Tevlî HSDê Dibin


Hêzên Sûriya Demukrat HSD dibêjin hin hêzên nû tevlî wan bûn ji bo piştgiriya wan di şerê dijî Daişê de li Reqa.

Nivîsîngeha medya HSDê îro yekşemê got nêzîkî hezar şervan tevlî eniyên rojava û rojhilat ên şerê dijî Daişê bûn li Reqayê .

Hin girteyên vîdyo ji aliyê çalakvanan ve hatin belav kirin, diyar dikin karwanekî erebeyên şervanan ku bi siloganan berê xwe dide eniyên ciyawaz ên şer.

Helmeta rizgarkirina Reqqa, bi piştgiriya êrîşên esmanî yên koalisyona navnetewî, roja 6ê meha borî destpê kir

Çavdêriya Sûriyê ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye îro yekşemê got şervanên HSDê bazara el-Hal dorpêçkir, piştî êrîşekê ji aliyên başûr û rojhilat ve.

Ev pêşketina nû HSDê bi serkirdayetiya Kurdan bo navenda bajêr nêzîktir dikin, cihê ku eniyeke din a şer destpê dike.

Hefteya borî şervanên HSDê riya dawî ya bajêr li aliyê başûrê bajêr qut kir.

XS
SM
MD
LG