Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wêneya Beşar Esed li Peleke nû ya Pereyên Sûrî tê Çapkirin


Banka Navendî ya Sûrî îro ragihand ew dê îro yekşemê peleke nû ya pereyê Sûrî bi nirxa 2000 dirav daxe bazarê ku wêneya serokê Sûriyê Beşar Esed li ser e.

Ev cara yekem e, wêneya Beşar tê çapkirin li ser pereyên Sûrî ji dema hatî ser desthilatê ve,17 salan berê.

Ev gav tê di dekemê de ku hêzên hikûmeta Sûrî li dijî serhildêrên çekdar li seranserî welêt pêş dikevin.

Berê, tenê wêneyên cihên dîrokî û serokê berê Hafiz Esed li ser pereyên Sûrî cih digirtin.

Parêzgarê Banka Navendî Durêd Dirxam got ev pelên nû dê derbasî nav bazaran bin û dê bên veguhestin bi pelên berê li nav bazarê heyî.

Nirxa pereyên Sûrî di şerê welêt ê hef salan de bi awakî tund daket .

Di sala 2011an de nirxa dollarekî Amerîkî 47 diravên Sûrî bû, niha nirxa dolarekî 517 dirav e.

XS
SM
MD
LG