Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agirbesta Başûrê Sûriyê Derbasî Warê Cîbecîkirinê Dibe


Agirbeseteke dem vekirî li başûrê Sûriyê, ku Amerîka, Rûsya, û Urdunê piştgiriya wê dikin, îro yekşemê nîvro derbasî warê cîbecîkirinê bû.

Çalakvanekî xwecihî yê opozisyonê li parêzgeha Deraa ragihand ku rewş aram e di kêlîlkên destpêkê yên cîbecîkirina agirbestê de.

Rêkeftin, ku roja pêncşemê hatibû ragihandin piştî kombûna herdû serokên Amerîka û Rûsya, yekem destpêşxeriya rêveberiya Donald Trump e, di çarçoweya hevrêziya li gel Rûsya de ji bo sepandina seqamgîriyê li Sûriyê.

Ew tê piştî çend hefteyan ji axaftinên nehênî li Emman a paytexta Urdunê, ji bo derbirîna xemên li dor avakirina hêzên alîgirên Îranê ji bo piştgiriya hikûmeta Sûriyê li wan navçeyên nêzîkî sînorên Urdun û Îsraîl.

Hersê welatên piştgirên rêkeftinê bi awakî destnîşankirî mîkanîzma çavdêriya agirbestê diyar nekirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro yekşemê bi xêrhatina agirbestê kir ji ber ku dê rê li pêşketinên leşkerî yên Îranê bigre li wan navçeyan.

Hêjayî gotinê ye, agirbest parêzgehên Deraa, Siwêda, û Quneytira vedihewîne.

XS
SM
MD
LG