Lînkên eksesibilîtî

Kombûnên G20 li Almanya Bi Dawî Tê


Germany G20

Kombûna G20 a welatên abûrî yên mezin ên cîhanê îro yekşemê di nava xwepêşandanên dijî globalîzmê de, bi dawî hat.

Serokê Amerîka Donald Trump di van kombûnan de cihekî sereke girt.

Kombûna wî ya li gel serokê Rûsya Valdîmêr Putîn, rêkeftina agirbestekê li başûrê Sûriyê, soza pêşvebirina bazirganiyê li gel Birêtanya, ew hin nîşanên serkeftina Trump bûn di vê kombûnê de.

Lê daxuyaniya dawî ya kombûnê hin nakokiyên Trump li gel19 welatên din diyar kirin, ku wan helwesta Amerîka wek hewla dûrmayînê da zanîn.

Di Daxuyaniya dawî ya kombûnê de, serkirdeyan erê kir li dor “şerê dijî mafê xweparastina abûrî.”

Bernameya Trump a roja dawî zincîrek kombûn vehewand, din av de jî kombûnên li gel serkirdeyên Birêtanya, Indonîsya, Singafor, Japon, û Çînê.

XS
SM
MD
LG