Navênda Çanda Mezopotamya (NÇM) Dest bi Çalakiyên Xwe Dike
Navênda Çanda Mezopotamya (NÇM) ku ev 30 sal in jibo pêşxistin û pêşeroja ziman, çand û hunera Kurdan û gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîn xebatan bi rê ve dibe, NÇM’ê piştî navbereke dirêj dîsa dest bi kursên perwerdeya rû bi rû kir.
NÇM di 27’ê Îlon’a 1991’ê de li Îstenbulê ji alîyê komek rewşenbîran di nav de Musa Anter, Îsmail Beşîkçî Huseyîn Sagniç û Alî Temel ve hatibû damezrandin ku heta niha jî xebatên xwe didomîne.