Lînkên eksesibilîtî

Li Afganistanê 2 Polîs û 7 Çekdar Têne Kuştin


Berpirsekî Afganî dibêje bi kêmanî 7 çekdarên Talîban hatin kuştin di encama êrîşeka esmanî de ji aliyê hêzên ewlekariya Afganistanê ve li parêzgeha Sari Pul a bakurê welêt.

Nesretullah Jamşîdî, peyvdarê leşkerê herêma bakur, dibêje 11 çekdarên din birîndar bûn derengî Şemiyê, dema hêzên esmanî navendeka çekdaran a rahênanê li navçeya Kohîstanat kir armanc.

Çi şîroveyên rasterast ji aliyê tevgera Talîban ve nebûn.

Di raporteka din de, li parêzgeha Baglan a bakurê welêt, 2 polîs hatin kuştin piştî çekdaran êrîşî xala wan a vekolînê kir, li gor Zebîhullah Şuja, peyvdarê serkirdeyê polîs.

Wî got polîsekî din birîndar bû di êrîşa herêma Dande-e Gorî de.

Çi berpirsiyarî yekser nehat ragihandin, lê çekdarên Talîban bi berdewamî hêzên Afganî li herêmê ji xwe re dikin armanc.

XS
SM
MD
LG