Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsekî Afganî Dibêje Talîbanê 7 Endamên Polîs Kuştin


Berpirsekî Afghanistanê got di encama êrîşeke Talîbanê li dijî xaleke vekolînê li parêzgeha Badghis şeva borî herî kêm 7 endamên polîs hatin kuştin.

Endamê civata parêzgehê Mihemed Nasir Nazarî îro Şemiyê got sê endamên hêza ewlekariyê birîndar bûn di êrîşa li navçeya Qadis de.

Talîbanê ti şîrove li dor êrîşê nedan.

Wezareta berevaniya Afghanistanê got roja Înê hêzên koalisyon û yên Afghanî du êrîşên esmanî yên cuda kirin û herî kêm 43 çekdarên gurûpa dewleta Îslamî kuştin.

Daxuyaniya wezaretê got êrîşan çekdarên dewleta Îslamî li navçeya Çapara kirin armanc û jimarek Pakistanî û Uzbek ên gurûpê kuştin.

Herdû gurûpên Talîban û dewlet Îslamî li rojhilatê Afghanistanê çalakdar in, bi taybetî li parêzgehên Kunar û Nangarhar ên nêzîkî sînorê Pakistanê.

XS
SM
MD
LG