Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afghanistanê Êrîşeke Xwekujî ya Talîbanê 3 Polîsan Dikuje


Berpirsekî Afghanistanê dibêje herî kêm sê endamên polîs hatin kuştin di êrîşeke xwekujî ya Talîbanê de li dijî bingehek polîs a parêzgeha Ghazni ya rojhilatê welêt.

Peyvdarê serokê polîsê parêzgehê Ehmed Xan Serat dibêje teqîna sibeha Şemiyê li navçeya Ab Band her wiha 12 endamên polîs birîndar kirin.

Wî got Talîbana ku beşekî mezin ê parêzgehê kontrol dike, erebeyeke leşkerî ya Humvee ku hatibû dizîn di êrîşê de bikar anî.

Peyvdarê Talîbanê Zebîhullah Mujahid berpirsiyariya êrîşê da ser milê gurûpê.

Tê zanîn Tevgera Talîbanê nîva Afghanistanê kontrol dike û êrîşên rojane li seranserî welêt pêk tîne ku bi piranî hêzên ewlekariya Afghanistanê dike armanc.

XS
SM
MD
LG