Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Brîtanya Careke Din Soza Derketina ji Yekîtiya Ewrupî Dide


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson careke din soz da ku Brîtanya ji Yekîtiya Ewrupî derxe li gor dema destnîşakkirî ya Brexitê.

Johnson îro Yekşemê di rojnameyên The Sun û Sunday Express de nivîsand ku ew ê çenteyên xwe berhevkin û roja 31 vê mehê ji Yekîtiyê derkevein.

Wî got:

“Pirsiyar ew e gelo wê Broksil bi rêkeftineke erêkirî xatir ji me bixwaze, yan emê neçar bin ji ber xwe ve jê derkevin.”

Axaftinên Johnson dupatkirineke li ser helwesta wî yên berê ku dibêje eger ew negihin rêkeftinekê bi Yekîtiya Ewrupî re wê demê ewê bê rekeftin derkevin.

Lê ew axaftin nakok in li gel demomentên hikûmetê yên li dor niyaza pêgiriya bi yaseyeka ku parlemanê vê mehê derbas kir û tê de daxwazê ji serokwezîr dike ku derketina ji Yekîtiyê ragire eger heta 19 vê mehê ti rêkeftin nebûn.

XS
SM
MD
LG