Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Birêtanya Kesekî Pêncem Digre bi Gumana Terorê


Polîsê Birêtanya kesekî pêncan girt bi gumana girêdana wî ya bi pilana êrîşeke terorîst.

Peyvdarekî polîs îro Şemiyê got kesê 21 salî doh derengî Înê hate girtin bi gumanan amadekirina “kiryareka terorîst”.

Nasnameya Kesê girtî nehat diyar kirin.

Piştî girtina wî, polîs dibêje vekolîn li du avahiyan dibin li bajarê Sheffield ku 275 kîlometran li bakurê Londonê ye.

Di roja 19 vê mehê de 4 kesên din li herêma Sheffield hatin girtin. Du ji wan hatine tawanbarkirin bi amadekirina kiryarên terorîst.

Ew herdû Kurdê Îraqê ne û biryare meha Çelle bên dadgehkirin.

Polîs dibêje yek ji wan girtiyên roja 19ê mehê hate azadkirin.

XS
SM
MD
LG