Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mezinê Dîplomatên Birêtanya Li Îranê Behsa Girtiyekê Dike


Wezîrê derve yê Birêtanya Boris Johnson îro Yekşemê di kombûna xwe ya li gel serokê Îranê Hesen Rûhanî de behsa girtiyeka Birêtanî ya Îranî kir ku li Îranê girtî ye.

Nivîsîngeha wezareta derve ya Birêtanya dibêje Johnson li dor rewşa Nazenîn Zagharî-Ratcliffe axivî ku bi pênc sal zîndan hatiye cezakirin bi tawana pîlanên dijî hikûmetê.

Nivîsîngehê got Johnson û Rûhanî, hedu jî bi awakî zelal axivîn di kombûna xwe ya yek demjimêr de û wan erê kir li dor pêwîstiya pêşketinan di hemî biwaran de.

Hevjînê Zagharî-Ratcliffe dibêje ew Yekşemê rastî dadgehkirineka nû tê ku renge bo 16 salên din zîndan bête cezakirin, lê peyvdarê Dadweriya Îranê Xulamhuseyn Muhsinî Ejehî meha borî got fermana derheqê wê de ew a dawî ye.

Hewlên azadkirina Nazenîn Zagarî-Ratcliffe di sere ecenda Johnson de ne.

Zagarî-Ratcliffe karmendeka biwarê xêrxwazî ye ku ji sala 2016an ve girtî ye.

Johnson di van demên dawî de doza wê tevlîhev kir dema bi şaşî got wê rahênana rojnamevanan dikin dema hate girtin. Wî daxwaza lêborînê kir di vê derbarê de.

Johnson di çarçoweya serdana xwe de, her wiha li gel sereokê programa Îranê ya navokî Elî Ekber Salihî kombû.

XS
SM
MD
LG