Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehek Danîmarkî Keçek 17 Salî bi Tawana Teror Dadgeh Dike


Li Copenhagen rêzgirtin li qûrbaniyên êrîşên terorîstî
Li Copenhagen rêzgirtin li qûrbaniyên êrîşên terorîstî

Keçek sinêle ya 17 salî îro roja Çarşemê li dadgehek Danîmarkî bû, bi gomana pilankirina êrîşa bi bombeyan bo ser du xwendingehan li nêzîk paytext Copenhagen hatiye girtin û niha li dadgehê ye.

Polisê Danîmarkî ev keça 17 salî girt bû dema jiyê wê 15 sal bûn, dadger didin zanîn ku, armanca êrîşa wê xwendingeha wê ya berê, li rojvayê paytext Copenhagen û xwendigeheka Cihûyan bû, li nava bajarê Copenhagen.

Di dadgehê de tawanbariya derbarê kesekî 25 salî hat hilandin yê ku dihat gomankirin ku wî dest li gel pilana êrîşa wê keçikê de hebû.

Dadgeh îro Çarşemê li herêma Holbaek hat destpêkirin, dadgeh bo 5î Gulanê hat paşxistin, lê pêzanînên zêdetir derbarê prosêsa dadgehkirinê nehatin ragihandin.

XS
SM
MD
LG