Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Sûriyê: Teqînek li Dîmeşqê Xaleke Vekolînê Armanc Digre


Medya dewleta Sûriyê ragihand ku teqînekê li Dîmeşqa paytext xaleke vekolînê ji xwe re kir armanc.

Dezgehên medyayî tu jimarên qurbaniyan yan ziyan ranegihandin.

Teqîn li taxa Qezaz a başûrê Dîmeşqê, li ser riya sereke ya navenda bajêr rû da.

Tilfizyona dewletê got diyar e teqîn kiryareke teroristî ye.

Ajansa nûçeyan a dewletê SANA got teqînê xaleke vekolînê ya leşkerî li herêmê armanc girt.

SANA got hemî riyên derdora cihê teqînê hatine girtin û hêzên ewlekariyê êrîşeke din a plankirî li wir têk bir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye got teqînê bingeheke agahdariyên leşkerî ji xwe re kir armanc.

Ji sala borî ve, piştî ku hêzên hikûmetê taxên serhildêran kontrol kirin, êdî teqîn li Dîmeşqê kêm bûne.

XS
SM
MD
LG