Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ENKS û Partîya Sûrî ya El-Musteqbel Dicivin


Civîna ENKS û partiya El-Musteqbel ya Sûrî
Civîna ENKS û partiya El-Musteqbel ya Sûrî

Li bajarê Qamişlo, Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê "ENKS" û Partîya Sûrî ya El-Musteqbel "HSM" civînek li darxistin .

Li gorî hat naskirin ku hevdîtin ser daxwaza Partîya Sûrî ya El-Musteqbel hatibû xwestin û bersiva ENKS erênî bû .

Cîgerê serokê ENKS Nimet Dawid ji Dengê Amarîka re got ku ev kombûn ser daxwaza Partîya Sûrî ya El-Musteqbel hat darxistin .

Şopîner bi guhdaneke mezin kombûn şopandin, ne xasim ku ev cara yekê ye, Partîya Sûrî ya El-Musteqbel piştî damezrandinê li gel partîyên bi nakok dicive.

Li alîyê din ENKS ku beşek ji Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê ye , Partîya Sûrî ya El-Musteqbel ev cara yekê ye ku bi partîyeke di nava hevpeymaniya opozisyona Sûriyê de ye kom dibe.

Serokê Partîya Sûrî ya El-Musteqbel Birahîm Qeftan ji Dengê Amarîka re got hevdîtina bi ENKS re di pîlan partîya wan de bû ku bi her partî û alîyên sîyasî yên Sûrî re kombûnan dar dixin .

Birêz Qeftan anî ziman ku nerîn û armancên hevbeş di navbera wan û ENKS de hebûn mîna pirojeya demokratîk, û avakirina sûrîyek ne navendî û pirralî.

Serokê Partîya Sûrîya ya pêşeroj birêz Qeftan got niqaşa navbera wan û ENKS de bêtir ser pêwîstîya avakirina enîyek hevbeş ji bo partîyên Sûrî, ne tenê ji bo partîyên bakûrê sûrîyê.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Partîya Sûrî ya El-Musteqbel, di 27'ê Adarê de kongreya damezrandinê li dar xistibû.

Di wê kongrê de nûnerên partîyên sîyasî yên Rêvebirîya Xweser, nûnerên koalîsyona navnetewî û herwiha nûnerên encûmanên sîvîl yên Reqa, Minbic, Tebqa û Dêrezorê amade bûbûn.

Her wisa ev cara yekê bû, ku Partîya Sûrî ya El-Musteqbel bi ENKS dicive , û li gorî hin şopîneran dibe ku Partîya Sûrî ya El-Musteqbel rolekê erênî di nêzkûbûna navbera ENKS û Tev-Dem ê bilîze .

Hevîtina ENKS û Partiya El-Musteqbel_Zana Omer 27.06.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:36 0:00

XS
SM
MD
LG