Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Misrê Huşdariyê li Dijî Xwepêşandanan Dide


Misrê pîvanên ewlekariyê li Qahîra paytext hinekî sist kirin, piştî rojekê ji girtina meydana sereke û navenda bajêr ji bo rêgirtina li xwepêşandanên pêşbîn ên dijî serokê welêt.

Meydana Tehrîr, ku navenda xwepêşandanên sala 2011an bû, îro Şemiyê hate vekirin û her wiha îstgehên veguhestinê jî ku doh hatibûn girtin.

Navnîşanên rojnameyên alîgirên hikûmetê huşdariyên serok Abdulfettah el-Sîsî belav kirin, ku tê de behsa hewlên “sexte” yên xerabkirina desthilatdariya wî dikin, li gor axaftinên wî.

Polîsê Misrê xwepêşandanên hefteya borî li jimarek bajar ji hev belav kiribûn.

Parêzer dibêjin bêhtirî 2,000 kes di wan xwepêşanan de hatine girtin, lê dadwerê giştî got nivîsîngeha wî vekolîn li gel 1,000 kesî kirin.

XS
SM
MD
LG