Polîs Yûnanistanê ji ajansa nûçeyan ya AFP re ragihand ku 5 koçber û welatiyekî Yûnanî roja Şemiyê di qezayeke trafîkê de li serriyeke sereke li nêzîkî sînorê di navbera Yûnanistan û Tirkiyê de mirin.
Otombîla ku 10 koçber tê de bûn, bi lez û bez li aliyê şaş diçû daku xwe ji xala kontrolê ya polîsan dûr bixe.
Li gor polîs şifêrê otombîla koçberan xwe li otombîleke din xist û şofêrê wê yê 46 salî jî hat kuştin.
Çavkanî: AFP