Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Îranê Kabîneya ku Rûhanî Piraniya Endamên Wê Hilbijartî Erê Dike


Parlemana Îranê
Parlemana Îranê

Îro yekşemê Parlemanterên Îranî erê kir li dor 16 endamên Kabîneya ku serokê nû hilbijartî Hesen Rûhanî kandîd kirî, di nav de jî wezîrê berevaniyê Emîr Hatamî.

Serokê Parlemanê Elî Larîjanî got parlemanteran 16 ji nav 17 endamên kandîdkirî erê kirin, din av wan de wezîrê derve Mihemed Jewad Zerîf li gel 236 deng û wezîrê niftê Began Zingano li gel 230 ji 288 endamên deng dayî. Parlemanê 290 kursî hene.

Piraniya Dengan ji wezîrê berevaniyê re çûn, li gel 261 deng. Ev yekem car e, di 25 salan de, Îran wezîrekî berevaniyê bi nav dike ku ne girêdayî nobedarên şoreşgerî yên radîkal e.

Hatamî yê 51 salî ji Parlemanê re got pêşxistina programa moşekên welêt di ecindeya wî de ye.

Wî got:

“Em dê hewlên taybet terxan bikin ji bo pêşxistina hêza moşekên balistî.“

Rûhanî handeriya Hatamî kir ku pêwendiyên di navbera artêşa Îran û nobedarên şoreşgerî de pêş bixe, dema bikaranîna teknolojya nûjen ji bo pêşxistina çekên welêt.

XS
SM
MD
LG