Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbazên Îraqê Gulleyan bi aliyê Xwepêşanderan de Davêjin


Serbazên Îraqê gulle bi aliyê xwepêşanderên dijî hikûmetê de avêtin, ku bi sedan îro Yekşemê dîsa derketin ser cadeyan, piştî şeveke tund ku di encamê de 19 kes hatibûn kuştin.

Xwepêşanderên ku piraniya wan gênc bûn, îro piştî nîvro li nêzîkî bajarê Sedir li ser cadeyan belav bûn .

Hêzên ewlekariyê riya sereke girt ji bo ku nehêlin xwepêşander pêş bikevin.

Xwepêşandan bûn tevî banga serokwezîr Adil Abdulmehdî ku xwepêşander dernekevin ser cadeyan.

Di çend rojên borî de, hêzên ewlekariyê bi jimarên mezin li navenda Bexdayê hatin belavkirin ji bo dûrxistina xwepêşanderan ji meydana Tehrîr a ku xala sereke ya kombûna xwepêşanderan bû dema destpêkirina wan, roja Sêşemê.

Ji wê rojê ve, xwepêşandan li bajarên başûr belav bûn, hêzên ewlekariya bi tundî bersiva wan da û di encamê de herî kêm 84 kesan jiyana xwe ji dest da ku piraniya wan li Bexdayê bûn.

XS
SM
MD
LG