Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşekê de Li Afghanistanê 7 Endamên Polîs Têne Kuştin


Berpirsekî Afghanistanê dibêje di encama êrîşeke çekdaran de dijî xaleke vekolînê li parêzgeha Qendehar herî kêm 7 nobedarên sînor hatin kuştin.

Peyvdarê hikûmeta herêmî li Qendeharê Azîz Ahmed Azîzî dibêje 4 polîsên din jî di êrîşa navçeya Spin Bolduk de birîndar bûn.

Wî got di êrîşa derengî roja Înê de, ku çend dermjimêran dirêj kiribû, 16 çekdar hatin kuştin û 11 birîndar bûn.

Tevgera Talîbanê behsa êrîşê nekir, lê ew bi awakî rojane êrîşên wiha li dijî hêzên Afghanî pêk tîne.

Tê zanîn, Amerîka hewil dide ku bi riya guftûgoyan şerê 17 salan di navbera hikûmeta Afghanistanê û serhildêrên Talîbanê de bi dawî bîne.

XS
SM
MD
LG