Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Lîbya Êrîşeke Esmanî 5 Kesan Dikuje


Deshilatdarên tenduristî yên Lîbya got êrîşeke esmanî nexweşxaneyeke meydanî li başûrê paytextê kir armanc û di encamê de herî kêm 4 pizîşk û alîkarekî wan hatin kuştin.

Peyvdarê wezareta tenduristî ya hikûmeta ku Neteweyên Yekgirtî piştgiriya wê dike, Malêk Merset got êrîş derengî Şemiyê li navçeya Zawya bû.

Hêzên aliyê rojhilatê welêt niha şer dikine ji bo kontrolkirina gundewarên başûrê paytextê, li dijî mîlîtanên alîgirên hikûmeta Terablosê.

Desthilatdarên tenduristî negot kîjan alî di pişt êrîşê de ye. Êrîşê her wiha 8 karmendên tenduristiyê birîndar kirin.

Hikûmeta Terablosê Artêşa Niştimanî ya Lîbya ku komandar Xelîfe Hefter serkirdayetiya wê dike, bi vê êrîşê tawanbar kir.

Artêşa Xelîfe Hefter meha Nîsana Îsal dest bi êrîşa dijî hêzên alîgirên hikûmeta Terablosê kir.

XS
SM
MD
LG