Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Xelîfe Hefter li Lîbiya Dibêjin 3 Şervanên Wan Hatine Kuştin


Artêşa Niştimanî ya Lîbî ku Xelîfe Hefter serkirdayetiya wê dike, dibêje êrîşeke bê firokvan a hêzên girêdayî hikûmeta, ku Neteweyên Yekgirtî piştgiriya wê dike, sê çervanên wê kuştin ku du ji wan komandar bûn.

Wê got êrîş roja Înê li bajarokê Tarhuna bû ku derdora 88 kîlometran li başûrê rojhilatê Terablosa paytext e.

Tarhuna di bin kontrola Artêşa Niştimanî ya Lîbî de ye ku di meha Nîsanê de li derdora Terablosê dest bi operasyoneke leşkerî kir.

Şerê di van çend mehan de bi sedan kes kuştine û bi hezaran jî bêşûnûwar kirine.

Hêzên Hefter berê herêmên berfereh li aliyê rojhilat û başûrê Lîbya kontrol dikin.

Metirsî hene ku ev şer di navbera herdu aliyan de Lîbya derbasî qonaxeke din a tundûtijiyê bike, wek sala 2011an dema rûxandinja serok Moammer Gezafî.

XS
SM
MD
LG