Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malta 216 Koçberan ji Du Qeyikan Rizgar Dike


Desthilatdarên Malta dibêjin wan di nava Derya Sipî de, li nêzîkî Malta, 216 koçber ji du qeyikan rizgarkirine.

Koçber roja Înê êvarê ji aliyê hêzên artêşa Malta ve hatin rizgarkirin. Wê ji aliyê tixtoran ve bên dîtin û wê wan derfet hebe ku doza penaberiyê bikin.

Rojnameya Times a Malta ragihand ku mêr, jin û zarok li ser pişta qeyikan bûn.

Berpirsên Malta got keşûhewa ya baş hîşt ku herî kêm 12 qeyikên koçberan di du rojên borî de Derya Sipî qutkin.

Ew dibêjin qeyik ji Lîbya, Tûnis û Cezair hatin.

Îsal derdora 390 koçberên din gihiştin Malta, li gor rêxistina navnetewî ya koçberiyê.

Rêxistin dibêje sala borî 1,445 koçber gihiştin Malta.

XS
SM
MD
LG