Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşa Çekdarî li Florida 2 Kuştî Zêdetirî 20 Kes Birîndar


Arşîv

Polîsê bajarê Miami yê eyaleta Florida ragihand ku herî kêm 2 kes hatine kuştin û zêdetirî 20 kesan birîndar bûn, dema sibeya roja Yekşemê 3 kes ji autombîla xwe derketin bi şêweke "kuratî" gulle berdan girseya qelaebalix ya ku li konsêrteke mûzîkê temaşe dikirin li herêmeke bajarê Miami.

Ev saleke bûyerên gullebarandinê zêdebûne ku bi zêdebûna firotina çekan û zêdebûna tundûtûjiyê dom dikin.

Bûyer li ciyê ku çalakê lê tên encamdan, li herêam Gardens ya navendeke bazirganî ya bajarê Miami ku herêmeke rûniştvanên wê piranî ji esil Kobîne û ji çîna malbatên karker in.

Angelica Green ku li ciyê bûyer bû gote rojnamevanan kurê wê û xwarzayê wê ku 24 salîne di bûyera gulle barandinê de birîndar bûne. Herdu birîndar li nexweşxaneke bajêr tên çareser kirin û rewşa wan başe, her çende xwarzayê wê (Kurê xûşka wê) bi 4 guleyan birîndar bûye û rewşa wî xetertire.

Angelica dema bûyer pêkhatiye telefona kurê xwe kirîye lê ew (matmayî mabû) dema ku yekser piştî gullebarandinê bi wî re axiftî û wî gotbû "Dibêjin, ku hin xort bi kapût û maskeyan derketin û dest bi reşandina girseyê kirine," wê zêde kir û got ku rewş "pir metirsîdar bû ".

Di daxuyaniyekê de rêveberiya polîsê herêma Miami-Dade gotiye "mazûvaniya bûyerek plansazkirî bû û gelek kes li derve rawstayê bûn." dema bûyer pêkhatî.

Polîs herwiha dibêje, dema ku autombîlek ji cûrê Nissan Pathfinder nêzîkî ciyê bûyerê dibe"Sê kes ji Autombîlê derdikevin û dest bi gulle reşandina kurekanî ya girseyê dikin."

Heta niha sedema êrîşa çekdarî ji aliyê wan 3 kesan ve nayê zanîn, polîs derhal gehişte ciyê bûyerê 2 kuştî dîtine û zêdetirî 20 birîndar veguhastine nexweşxanê, birîna yekî ji wan giran e.

Di twîtekê de rêveberê polîsê Miami-Dade, Alfredo "Freddy" Ramirez III. got "Ev êrîşek çekdarî ya tirsonek" şermezar kirîye û gotiye"Van kujeran bêxem û bi xûneke sar gulle li girsê reşandine û hewil didin dadweriyê bcibicî bikîn."

Alfredo derbarê bûyerê zincîreke twît weşandîne, herwiha kesatiyê naskirî û karsazaê mediyayî yê navnetewî Marcus Lemonis di twîteke xwe de 100,000 dolar weke xelat destnîşan kirine bo alîkariya dîtin û pêzanînên derbarê kesên êrîş encam dayî.

Polîs ji gel daxwaza alîkariyê dike bo dîtina êrîşkaran

XS
SM
MD
LG