Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Berçavdayîna Bihevguhertina Sîxuran li Gel Amerîka Hîn Zû ye


Cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Sergei Ryabkov

Cîgirê wezîrê derve yê Rûsya pêşniyarên ku digotin renge bergumanê sîxur ê Amerîkî ku li Rûsya hatibû girtin bê guhertin bi sîxureka Rûsî re, ji nav birin.

Paul Whelan, ku wî her wiha nasnameya Kenedî, Brîtanî û Êrlendî heye, meha borî li Mosko hatibû girtin.

Girtina wî hin guman derxistin pêş ku Rûsya renge wî wek barimte bikar bîne ji bo bihevguhertina li gel Maria Butina ya Rûsî ku li Amerîka meha borî li karê xwe yê sîxuriyê mukur hat.

Cîgirê wezîrê derve Sergei Ryabkov îro Şemiyê got gotûbêjkirina mijara bihevguhertina van herdû kesan hîn zûye ji ber ku Whelanbi awakî fermî hîn nehatiye gunehbarkirin, li gor ajansên Rûsî yên nûçeyan.

Hin rapoprtan demekê berê ji ser zimanê hin çavkaniyê ne diyar ragihandibû ku Whelan hatiye tawanbarkirin bi gunehin ku renge wî rastî 20 sal zîndan bikin.

XS
SM
MD
LG