Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Bervaniya Rûsya: Leşkerê Me li Sûriyê Danûstendinan bi Grûbên Çekdar re Encam Didin


Sergey Shoygu, Wezîrê Berevaniya Rûsî

Ajansan roja Sêşemê li gur Sergey Shoygu, Wezîrê Berevaniya Rûsî radigehînin ku, wî gotiye, niha leşkerê Rûs yên li Sûriyê ne, danûstendinan li gel hin grûbên çekdar yên li Bakurê Sûriyê dimînin encam didin.

Danûstendin bi armanca ku çareserî bi şêweke aştiyane li herêma Îdlibê ya ku li jêr kontrola hin grûbên çekdar yên opozisyona hikûmeta Sûrî dane pêk bên.

Leşkerê Rûs, dide zanîn ku ew dixwazin herêmên li Îdlibê yên li jêr kontrola hin grûbên çekdar yên opozisyonê dane, bi aştiyane bi dawî bibin, weke çawan berî niha li herêmên Gutaya Rojhilat û Dar'a hin pêkhatin di navbera aliyên nakokbar de çê bûbûn.

XS
SM
MD
LG