Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûdanê Rêkeftina Dabeşkirina Desthilatê Tê Îmzekirin


Tevgera Sûdanê ya alîgira demokrasiyê rêkeftineke parvekirina desthilatê li gel civata leşkerî ya desthilatdar îmze kir bi armanca vekirina rê ji bo veguhestina desthilatê bo sivîlan.

Civata leşkerî desthilat kontrol kir, piştî rûxandina rêjîma serok Omer el-Beşîr di meha Nîsanê de.

Niwênerên herdu aliyan îro Yekşemê belgeya destûrî îmze kir, ku dê li gor wê encûmeneke leşkerî û sivîl bê damezrandin û desthilatê bo sê salan bi rê ve bibe ta ku hilbijartin tên lidarxistin.

Rêkeftin dê her wiha hikûmetekê damezirîne ku dê ji aliyê çalakvanan û komîteke qanûnsaz ve were destnîşankirin.

XS
SM
MD
LG