Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Dijî Desthilata Beşîr li Sûdanê bi Hezaran Derdikevin Xwepêşandanan


Li Sûdanê bi hezaran xwepêşander li bêhtirî 20 taxên Xertûma paytex derketin kolanan û banga rûxandina rêjîma serokê welêt Omer Beşîr kir.

Çalakvanan got bi sedan xwepêşander her wiha roja Înê li bajarê Atbara li bakurê Xerûm, bajarê Obeid li parêzgeha Kodrevan û bajarên Senar û Wad Madanî li başûrê Xertûm derketin ser cadeyan

Çalakvanan nexwest navên xwe diyar bikin ji tirsa ku bên girtin.

Xwepêşandanên roja Înê beşek bûn ji pêleka xwepêşandanan ku roja 19 vê mehê li Sûdanê destpêkir. Xwepêşandan di destpêkê de li dijî bihabûnê bûn lê piştre bang li rûxandina rêjîma Omer Beşîr kir, ku ji sala 1989ê ve li ser desthilatê ye.

Hikûmeta Sûdanê dibêje riya tek a guhertina rêjîmê ew hilbijartin in.

Peyvdarê sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres got ew dixwazin desthilatdarên Sûdanê vekolînan birêve bibin li dor kuştin û tundûtijiya di dema xwepêşandanan de.

XS
SM
MD
LG