Ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê û alîgirên wê ji grubên çekdar yên opozisyona Sûrî bo ser Efrînê, bi hezaran xwecihên wê ji mal û warên xwe koçber bûn û li gundwarên Helebê û herdû herêmên kurdî Kobanê û Cizîrê bi cî bûne.
Di derbarê rewşa van kesên koçber de ku li Kobanê bi cî bûne, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi mafnas û çalakvan Ezîz Qadir re kir.
Birêz Ezîz dibêje: "Li nêzî 1000 kes ji Efrînê li Kobanê bi cî bûne, ku ew bûne mêvanê malbatên Kobanê û bi her awayî alîkariya wan tê kirin ji aliyê gel û rêveberiyê ve"
Her wiha wî anî ziman ku, pêdevî bi rêxistinên navnetewî heye, ku vê rewşê bişopînin û her tiştî bi belge bikin.