Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aliyên Venezuela li Girava Barbados Axaftinên Aştiyê li dar Dixin


Niwênerên hikûmeta serokê Venezuela Nocolas Maduro û yên opozisyona bi serkirdayetiya Juan Guaido li girava Barbados in ji bo lidarxistina axaftinên aştiyê bi armanca dîtina çareseriyekê ji kirîza siyasî ya wî welatî re.

Axaftinên di navbera herdu aliyan de, ku welatê Nerwîj navberiyê dike, demekê berê îsal li Oslo dest pê kir.

Wezareta karûbarên derve ya Nerwêjî di daxuyaniyekê de got herdu aliyan”amadebûna xwe anî ziman ji bo pêşvebirina hewlên dîtina çareseriyeke destûrî û bal kişand berjewendiya xelkê Venezuela.”

Peyvdarekî sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres got:

“Rêkeftineke bilez pêwîst e ji bo gihîştina çereseriyeke aştiyane ya kirîzê.”

Wî bang li herdu aliyan kir ku bi temamî pêgir bin bi van hewlan ji bo xêra xelkê Venezuela.

XS
SM
MD
LG