Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Yemenî: Cudaxwazan Kampeka Leşkerî Kontrol Kir, 45 Kes Hatin Kuştin


Berpirsên Yemenî dibêjin cudaxwazan kampeka leşkerî li bajarê Edenê ji dest hêzên alîgirên hikûmetê girt.

Îro roja çerem a pevçûnên Edenê ye di nevbera cudaxwazan û hêzên girêdayî hikûmetê de.

Berpirsan got herî kêm 45 kes ji çekdar û sivîlan hatin kuştin di şerê şeva borî de li kapma Lîwayê Çaran û 5 sivîlên din jî li taxa Dar Saad a nêzîkî kamê hatin kuştin.

Jimara kuştiyan di pevçûnên vê hefteyê de bû 70 kes.

Berpirsên ku nexwestin navên xwe diyar bikin, got cudaxwazan her wiha kampeka leşkerî li taxa navenda Xoramaksar kontrol kir.

Aden bingeha sereke ya desthilata serokê Yemenê Ebid Rebbo Mensûr Hadî ye.

XS
SM
MD
LG