Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Colemêrgê Jiber Aşîtê Leşkerekê Tirk Mir Û Yek jî Hinda Ye


Aşît li Wanê lşkerekê Tirk mir
Aşît li Wanê lşkerekê Tirk mir

Wezareta Berevaniya Tirkîyê ragihand ku li bajarokê Şemzînana Colemêrgê (Hekarî) di encama aşîtê de leşkerekê wan canê xwe ji dest daye û leşkerek jî winda ye.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya wezaretê li bajarokê Şemzînanê dema leşkeran rêya baregehakê ji berfê paqij dikir, wê demê aşît ketîye ser wan leşkeran.

Di berdewamîya de hat dîyar kirin ku leşkerek ji bin berfê hatîye rizgar kirin û ew rakirne Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê, lê wî jiyana xwe ji dest daye.

Aşît li Wanê
Aşît li Wanê

Li gor daxuyaniya Walîtîya Colemêrgê, niha leşkerek din di bin berfa aşîtê de maye û jibo rizgar kirina wî leşkerî, xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Hejmarek zêde tîmên rizgar kirinê ji bajarê Colemêrg, Wan û Erzoramê hatine cîhê bûyerê û di pêşengitîya Rêvebirîya Rewşên Awarte û Felaketê (AFAD) de xebatên rizgar kirinê dimeşin.

Hêjayî gotinê ye ku li heremê jiber barîna berfê ya zêde hersal hejmarak aşît çêdinbin. Herî dawî di 4’ê Sibata 2020an de di navbera Miks û bajarê Wanê de li ser rêka Xirapêtê aşîtek çêbibû û 42 kesan jîyana xwe ji dest dabûn. Ji van 18 kes leşker û cerdevan bûn.

Raporta Wanê 27 12 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:17 0:00

XS
SM
MD
LG