Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên zêdetir li Îraqê


Li Îraq, dadwerek, pênc marînên Amerîkî û deryavanek bi êrîşên xirabkaran hatine kuştin.


Polîs dibêje îro, roja Pêncşemê , dadwer Selîm Mehmud El Hecî Elî û şifêrê wî li ser rîya xwe ya kar, li bajarê bakur, li Musil ê berdestê sibehê hatine kuştin.


Leşkerîya Amerîka îro daxuyanî kir ku pênc marîn, roja Çarşemê li nêzî Ramadî ya ku li rojavayê paytexta Îraqê ye, dema ku otomobîla wan li bombeyeke li kêleka rê veşartî qelibîye, hatine kuştin. Dibêjin deryavan jî, di şerên operasyonî de birîndar bûbû û jiber wê birînê mirîye.

XS
SM
MD
LG