Kombûna lutkeya rêberêt Yeketîya Ewropî evro pêncşembî li Bruksil dest pê diket. Rêberêt 25 welatan dê basê paşeroja destûrê Yeketîya Ewropî ken, piştî dengderêt Fransî û Holendî ew destûr ret kir. Nûke rêberêt Ewropî tivye biryar biden ka berdewamî bi piroseya pejirandina destûrî biden an ne. Li roja Eynî rêberêt Ewropî dê basê budceya yeketîyê ken.