Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Banqa Cîhanê li ser Qirkirina li Ruanda yê lêborînê dixwaze


Serokê Banqa Cîhane Paul Wolfowitz lêborînê xwest li ser nave hemu civata navnetewî jibo ku tu alîkarîyê nekirine ku qirkirina sala 1994 an li Ruanda bê sekinandin.


Birêz Wolfowitz li seredana xwe ya li Ruanda yê îro, roja Pêncşemê gote, wan dikarî , ew kuştinên kesên bi hejmareke mezin, tev bi hev re bida sekinandin û dinya dibin bareke û berpirsyarîyeke giran de ye ku ev nekirîye.

Wî ev şîrove kir dema ku li avahîya bîranînê digerîya. Ev avahî li bajarê Kîgalî ya paytextê vî welatî ye ku bi bîranîna 800 hezar qurbanên di Qirkirina li Ruanda yê de hatibû avakirin.

Birêz Wolfowitz ji destpêka vê mehê ku dest bi kar kirîye û virda ev cara yekeme ku diçe Efrîqa yê û soz daye ku ew dê di dema karê xwe de Efrîqa yê ji xwe re bike karê yekem.

Wî vê heftîyê heta niha seredana Burkina Faso, Nîjerya kirîye û ew dê seredana xwe ya Efrîqa yê, roja Înê li Efrîqa ya Başûr bi dawî bîne.

XS
SM
MD
LG