Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranî deng didin di hilbijartineke gelekî teng de


Hemwelatîyên Îranî di hilbijartina serokatîyê de ray didin. Lê lêkolîn dibêjin, dibe ku carek din raydan dubare bibe.

Oldarê nermrê Elî Ekber Haşemî Refsencanî li gorî lêkolînan serî dikşîne . Lê belê heta ku îro (Înê) zêdeyî ji sedî 50 rayan nestîne, serokê berê, di hilbijartina duem de ji nav heft kesan, li hember berbijarekî bêhempa dê pêşbirkeyê di hilbijartinê de bike .

Xuyaye ku dê pêş kişan di nav bera wî û berbijarê guhertinxwaz Mustafa Muîn û parezdarê tundrê (ku berê serokê polîsê netewî bû ), Muhemmed Baqir Qelîbaf de derbas bibe.

Piştî raya xwe da, îro Rêberê bilind yê Îran ê Ayetullah Elî Xamaney ji Îranîyan re got ku her dengdan bixwe îro piştgirîye jibo berbijarê dewletê û herwiha bo sîstema sîyasî ya Îranê.


Wezîra derve ya Welatên Yekgirtî Condoleezza Rice îro, roja Pêncşemê got, rewşa sîyasî ya Îranê ber bi paş ve diçe. Serok Bush jî got, kêrnehatî kirina berbijaran ji alî kesên nehilbijartî ve li Îranê pêvajoya sîyasî têk dide.

XS
SM
MD
LG