Karbidestên Îraqî di vê dawîyê de daxuyanîyekê kirin, dibêjin dadgeha taybetî ya Îraqê gotîye ku ew dê biryarê bidin ka ew dê kengî dîktatorê Îraq ê yê berê Seddam Huseyn bête dadgeh kirin. Seddam Huseyn bi gelek tawanên dijî mirovatîyê tê gunehbar kirin ku yek ji wan jî kuştina 5000 Kurdan bi çekên kîmyewî li bajarê Helebçeyê bû.
Mêvanên guftugoyê birêz Mike Amitay ji Enstîtuya Kurdî ya li Washington ê û Dr. Christine Gosden in. Dr Gosden, bi salan serokatîyê ji projeya lêkolîna di derbarê êrîşên bi çekên kîmyewî û tesîra wê li ser kesên ku jê xelas bûbin û li ser jîngehê dike û dibêje lazime bala cîhanê zêdetir li ser qurbanên tawanên hov yên Seddam be.
Serokê Pişka Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîka birêz Omer Şêxmus bi mêvanan re vê guftugoyê kirîyê. Eger bixwazin ku lê guhdarî bikin li jorê bişkoka Guhdarî kirinê bitîqînin