Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Amerîkî êrişên giran dibine ser rojava Îraqê


Frokên şervanên Amerîkî li Îraqê dest bi bombebarankirina akincîgehên xirabkaran kirîne wekî bişkek ji kiryarên leşkerî li dij serhildayan.

Karbidestên leşkerî dibêjin nêzîkî hezar serbaz pişikdarî kiryarên Rim dibin ku îro Heînî li devera Anbar li def tuxîbe Surîya destpêkirin. Ajansa peyamên Reuters dibêjit frokên şervan bombên 220 kiloyî bardanet ser bingeha xirabkaran li bajêrê Qaim.

Hejmara hengaftîya heta amade kirina ve raportê nehatine ragehandin. Li 11ê meha 6 û ji encama hêrişen leşkerê Amerîka bi rêya frokan 40 xirabkar hatine kuştin.

Her duhî Pêncşembî û ji sedema peqîna otomobîleka bombe kirî li ser cadeyeka balefirgeha Baxda 6 polîsên Îraqî hatine kuştin û 20 kesên dî birîndar bun.

XS
SM
MD
LG