Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li şerê li Efganîstan ê zêdeyî 20 Efganî hatine kuştin ku piranîya wan serhilda bûne


Piştî şerekî giran di navbera hêzên hevgirtî ya bi rêberatîya Welatên Yekgirtî û Telîbanan da li Efganistan ê 20 kes hatine kuştin û piranîya van kesan milîtan bûne.

Karbidestên Efganî dibêjin serhildayên komeke Îslamî ya demargîr ku ji alî hêzên yekgirtî bi rêberatîya WY. ve di sala 2001 ê de hatibûn derkirin, êrîş birine ser bajarekî li Helmand ê û fermandarê wî bajarî Mella Saxî tevî polîsekî kuştine.

Karbidest dibêjin 11 mîlîtanên Telîban di nav şerde hatine kuştin û laşê wan li der û dorên herêma şer hêjî belavbûyîne. Sê şervanên Telîban jî birîndar kirîne.


Roja Yekşemê bi kêmî polîsek hatîye kuştin û didu yên din jî birîndar bûne dema êrîş hate ser rîya di navbera Kabîl û Kandahar ê ku lê kontrolê dikirin. Herwisa heft şervanên Telîban dîsa hatibûn kuştin.

Leşkerîya Amerîka dibêje li Helmand ê, nêzî 20 milîtanên Telîban di êrîşa bi firokên cengî û helîkopteran de, roja Yekşemê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG