Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Efganî, hin Pakistanîya bo plana kuştina nunerê Amerîkî girtine


Karbidestên Efganî sê Pakistanî girtine û dibêjin wan pîlan ji bo kuştina balyozê Amêrîkî li Kabîl, Zalmay Xelîlzad danabû.

Karbidestan got her sê zelam bi tifeng û mûşekên RPG ve li herêma Laxman dûhî Yekşem hatin girtin.

Ajansa Peyamên Asociated Press radigehîne kû ew zelam li dûrîya 50 mîtran ji cihekî hatin girtin li berbû rêzdar Xelilzad projeyekî avedankirinê lê veket.

Balyozê Amêrîkî li Kabûl çi têbînî nedane belê got dê daxwiyanîyekê bide. Hêşta Pakistanê jî çi bersiv ne dane.

XS
SM
MD
LG