Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Beyrud ê sîyasetvanekî dijî Sûrî bi bombê hate kuştin


Li Libnan ê, du roj piştî ku hevgirtîyên dijî desthilatdarîya Surî li ser welatê wan, di hilbijartinê de bi serkeftibûn, teqîneke bombeyekê li paytexta vî welatî sîyasetvanekî bi navûdeng ku dijî Sûrî bû, hate kuştin.



Polîs dibêje George Hawi yê ku serokê Partîya Komunîst a Libnanê, yê berê bû, li navenda Beyrud ê , dicîda mirîye dema ku bombeya bi qumanda, otomobîla wî teqandîye. Şifêrê wî û rêwîyek li kêleka rê jî birîndar bûne.



Bi êrîşa îro, ev bû duem car kuştina dijberekî Sûrî li vê mehê. Rojanmevanê rojnameke Libnanî ya bi navûdeng, Semîr Kassîr di diduwê vê meha Hezîranê dîsa bi vî awayî hatibû kuştin.



Di nav vê demê de vekolînvanên ji Neteweyên Yekgirtî vekolîn di derbarê serokê nobetdarê serokatîyê ya Libnan ê dike jiber kuştina serokwezîrê berê Refîq Herrarî.


Kuştina li 14ê Sibatê sekn û tebata sîyasî li Libnan ê nehiştibû û bûbû eger ku Sûrî xwe ji vî welatî vekişîne. Pêda, kurê birêz Herrarî , Saad serî kişandibû di serkeftina opzîsyonê de.

XS
SM
MD
LG