Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ajanên Îran ê dest dan ser wan posterên ku piştgirîya nermrêyan dikirin


Hêzên tenahîya Îranê, dest dane ser zêdeyî 500 hezar afîş û posterên ku jibo di hilbijartinê de piştgirîya Elî Ekber Haşimî Refsancanî bê kirin amade bûbûn.


Çavkanîyên li nêzî ciyê bûyerê radigihînin ku ajanên hukumetê roja Sêşemê li Tehran ê bi ser çapxaneyekê de girtine ku dest deynin ser van afîşan.. Karkerên wê çapxanê gotin ku civata dadperwerîya parezgera Îranê biryar dabû ku hinek gotinên ji nav van posteran li dijî dewleta Îslamî ya Îranê ye, wek gotina demokrasî.

Piştî ragihandina vê nûçeyê bi çen saetan di rojnama îro (Çarşem) ya Washington Post de, hin çavkanî ji Dengê Amerîka re gotin ku hemu tiştên girtî hatine dagerandin.


Ji alî din ve Ajansa ragihandinê Associated Press dibêje heftiya buhurî birêz Refsancanî gefe kir ku ew dê xwe ji hilbijartinan bikşîne, jiber nerastîyên di nav dengdanan da. Belê AP, axaftina Refsencanî belav dike ku gotîye wî dev ji wê gefê berdayê piştî ku tundrê soz dane ku ew dê mudaxala hilbijartinê ya roja Înê nekin.

XS
SM
MD
LG