Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê otomobîlên bombekirî 15 kes li Bexda kuştin


Karbidestên Îraqî dibêjin 3 otomobîlên bombekirî li devereke bazirganî ya Bexda bi kêmî 15 kes kuştin. Polîs dibêje 50 kesên dî li teqînê îro Pêncşem li Karrada birîndar bûne.

Di pêşveçûneke nû de peyamnêreke pişka Kurdî ya dengê Amerîka got karbidestên Îraqê rojnamevaneke serbest ya Frensî bi navê Anne-Sophie Le Mauff ji welat derxistine û negotine egera derxistina wê çi bû.

Her li vê demê daxuyanîyeke ser malpereke internetê ya Îslamî radigihîne ku rêberekî bilind yê El Qaîde li Erebîstana Suudî li vê dawîyê, ji alî hêzên Amerîkî ve hate kuştin.

Kuştina Abdullah Muhammed El Ruweyşîd nehatîye pişterast kirin; ew yeke ji endamên El Qaîde ji alîyê hukumeta Erebistana Suudî ve tê xwestin.

XS
SM
MD
LG