Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro serokwezîrê Îraqê bi serok Bush re kom dibe


Wisa çaverê tê kirin ku dê axaftin bi giştkî li ser paşeroja Îraq ê û hîn kirina hêzên wê yên berevanîyê bin.

Di hevpeyvîneke bi rojnama Washington Post re, roja Pêncşemê birêz Caferî dibêje hêzên hevbeş yên Amerîkî û Îraqî, di karê xwe yên tenahîyê de gelekî bi pêşketine. Serok wezîrê Îraq ê herwiha got, ew dixwazin hêzên Amerîkî herçiqas mumkun be hewqas zû ji Îraqê bikişin lê belê ji bo vê lazime roj neyê dîyar kirin ku ev yek bi kêrî terorîstan neyê.

Li Îraqê îro leşkerîya Welatên Yekgirtî dibêje, ji ber bombekirineke xwekujî gelek marînên Amerîkî yên ku hejmara wan ne dîyar hatine kuştin li Felluce yê ku 50 kîlometre li rojavayê Bexdayê ye.

XS
SM
MD
LG