Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran dema dengdayînê zêdetir kir jibo hilbijaritinê


Îran, saetek din li dengdanê zêde kir di wê hilbijartina serokatîyê de ku pêşbirke di navbera sîyasetvanên gelek şareza û hemberê wanî xorttir ku bi sîyasetên xwe yên tundrê tê naskirin derbas dibe.

Serokê berê Elî Ekber Haşimî Refsencanî îro, roja Înê li Tehranê dengê xwe da bi soza ku ew dê li dijî tundrêvîyê derkeve heke bête hilbijartin. Oldarê nermrê herwiha peyvdide ku ew dê têklatî bi welatên rojavayî re bi pêşxe û guhertinên civakî û sîyasî bike.

Hemberê wî parêzerê Tehranê Mehmud Ahmedînecad e ku peyman dide ew dê bernama navokîya welatê xwe li hember rexneyên rojavayê biparêze. Cengawerê dêrîn yê hêza Pasdaran li Îranê herwiha ji dengdaran re got eger bê hilbijartin ew dê li dijî hejarî û destpîsîyê kar bike û herwisa wê ji Îranîyan re derfetan çêbike ku karibin ji dewlemendîya Îranê ya niftê fêde bistînin.

Serokê li ser rê, Muhammed Xatemî ji ber ku ev bû du car liser hev vê wezîfê kiriye nikare tevlî vê hilbijartinê bibe . Ji bo roja Şemîyê hêvîya encama dengdanê tê kirin.

XS
SM
MD
LG