Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rusya îddîa dike çekdarên li Efganistanê têne hîn kirin dê hêrişê bikine ser wan


Wezîrê derveyê Rusya Sergei Lavrov dibêje çekdar li Efgenistan û Pakistanê têne hîn u fêr kirin da êrişê bikine ser welatê wan.

Îro, roja Înê li Moskowê rêzdar Lavrov got ku xirabkarên ser bi komela Telîban dest di va kiryara da hene herwisa hin çekdar wê ji Uzbekistan, Kirgizistan û Tacikistanê derbasî newala Fergana bûne.Wî ev têbînîyan dan piştî kombûna di gel sekreterê giştî ye NATO Jaap de Hoop Scheffer.

Herwisa Rêzdar Lavrov daxwaz kir peymana Ewropî bo kêm kirina hêz u çekên leşkerî bête muhr kirin. Le belê NATO ji Rusya dixwaze berî hemuyan ji Gurcîstan u Moldova yê derkeve.

XS
SM
MD
LG